PISPORÊN ÇANDINÎ Û XWEDÎKIRINA SEWALAN JI BO GERMAHIYA ZÊDE PERSPEKTÎVAN DIDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Herêma bakur û rojhilatê Sûriyê di rewşa germahiya pilebilind re derbas dibe.
Ji ber vê yekê pispor şîretan li cotkaran dikin, da ku şînatî û sewalên xwe ji bandora germahiyê biparêzin

Germahiya zêde ya di demsala havînê de zirareke mezin dide çandiniyê, nemaze sebzeyan, ji ber ku ew dibin sedema zuhabûna gewdeyan û şewitandina pelan.

Di heman demê de bandoreke neyînî li ser sewalan jî dike.

Endezyarê Çandiniyê Menaf El-Dendel bal kişand ser bandora germahiya zêde ya li ser sebze û fêkiyan û hin şîret ji bo rêgirtina li ber zirarên ku ji germahiya zêde pêk tîne, parve kir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Desteya Sewaldariyê Ehmed Daham li hember bilindbûna germê çend şîret li xwediyên ajal û mirîşkan kir.

Germaya zêde dibe sedema gelek şewat û nexweşiyan, bi taybetî di nav zarokan de.

Ji ber vê yekê, aliyên peywendîdar bang li milet dikin ku bi her awayî xwe ji xetereya germayê biparêzin.

Share This Article