FORUMA JINÊN SÛRÎ Û AVAKIRINA PÊŞEROJÊ LI QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin dirûşmeya “Jin Stûnên Aştiyê, Garantiya Mafan, û Avakerên Şaristaniyê ne” Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk li Qamişlo, îro Foruma Jinên Sûrî li dar xist.

Di forumê de, Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, partiyên siyasî, tevgerên jinan û Yekîneyên Parastina Jinan beşdar bûn.

Forum bi deqeyek bêdeng dest pê kir, piştre axaftina vekirinê ji hêla Remziya Mihemed ve hat kirin. Piştre dîwana rûniştinê ku ji sê jinan pêk hat hat avakirin.

Di forumê de sê mihwer hatin nîqaşkirin: “Jin û Aştiya Pêşerojê”, “Parastina Destûrî û Yasayî”, û “Rola Jinan di Avakirina Sûriyeyê de”.

Piştî nîqaşkirina mihweran, qad ji bo dan û standina di navbera jinên amade de hate vekirin da ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê û rola jinên Sûrî di avakirina aştiya domdar û bidestxistina edaleta civakî de nîqaş bikin.

Share This Article