Li bajarê Qamişlo yekem navenda taybet a fêrkirina siwarbûna hespan dest bi xebatê kir.
Navend, ku li gundê Şewitî tê rêvebirin, bi armanca perwerdekirina siwaran û amadekirina hespan ji bo pêşbirkên pêşerojê, korsên taybet pêşkêş dike.
Yekem care navendeke taybet bi perwerdekirina siwarbûna hespan li bajarê Qamişlo tê vekirin.
Ev yane bi serperştiya du zarokên xalên hev yên bi navê Elî Hiso û Aydîn Hisên li gundê Şewitî yê girêdayî bajarê Qamişlo tê bi rêvebirin.
Korsê fêrkirinê ji 10 waneyan pêk tên û li ser 20 rojan tên parvekirin.
Dema fêrkirinê ji seat 5’ê piştî nîvro tê destpêkirin û ta 12’ê şevê berdewam dikin.
Elî Hiso “Berpirsê Yeneya Fêrkirina Siwarbûna Hespan” diyar dike ku gava yekem ku wan ji vê pirojeyê avêtiye ew e ku hespekî ji bo pêşbirkan di dema pêş de amede bikin.
Egîd Emîn ku yek ji kesên vexwendî ya vekirina yaneya fêrkirina hespan e dibêje vekirina vê navendê gavek pêşketiye di bajêr de û bi cihanîna xewna zarokbûna bi sedan kesan e.
Vekirina vê navendê di dYekem care navendeke taybet bi perwerdekirina siwarbûna hespan li bajarê Qamişlo tê vekirin.
Ji ber vê yekê, ev navend dê ji bo kesên ku dixwazin vê huner û werzişê fêr bibin û pêk bînin, derfeteke nû û girîng peyda bike.
