Festîvala Yekemîn a Havînê ya Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 200 şîrketên bazirganiyê yên sektorên cuda yên ji gelek parêzgehên li Sûriyeyê û Çînê, tevî girseyek şêniyan li parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Armanca festîvalê çalakkirina tevgera bazirganiyê da ku her şirketek karibe berhemên xwe nîşan bide. Di heman demê de da ku qadeke çandî û hunerî were çêkirin.
Di festîvala ku dê 5 rojan dewam bike de dê hunermendên ji derveyî Sûriyeyê jî beşdar bibin. Çalakiyên hunerî û çandî yên cuda jî dê hebin.
Di dîroka Sûriyeyê de yekem care festîvalek wiha mezin bi beşdarbûna zêdetirî 240 kampanî u navnîşanên markeyan yên cur bi cur tê lidarxistin.
Festîval bi sponseriya kampaniya Kerîm ya rêklaman, li parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar dikeve û heya 5 rojan bi rê ve diçe.
Di roja yekem a vestîvalê de hunermend Umer Silêman stranên xwe yên gelêrî gotin û kêfxweşî li ser rûyê beşdaran xuya bû.
Wê rojane konsêrtên hunerî bi amedebûna hunermedên derveyî rojavayê kurdistanê, her wiha hunermenên herêmî û kasyetê xwedî bi bandor bên li darxistin.
Tevî wê, bi awayekî rojane dê 30 xelat ji kampaniyên beşdar li serlêderan werin belavkirin.
