Gula gulberojê ne tenê bi rengê xwe yê zer û geş xwezaya herêmê dixemilîne, her weha bi taybetmendiyên xwe yên aborî û parastina jîngehê jî balê dikişîne.
Cotkar û pisporên çandiniyê behsa girîngiya vê gula ku rû nade rojê dikin. Bi hûrgiliyên bêtir, Rapora nûçegihana me Novîn El Elî, li pêşberî we ye.
Gula Gulberoj bi rengê xwe yê zer û geş û sehneya xwe ye qehweyî an reş, ku bi pelên xwe yên kesk û fireh dîmenekî bedew li dora mal û bexçeyan dixemilîne, tê naskirin.
Gulberoj ew gula ku roj bi kîjan alî ve bizîvire ew jî bi wî alî ve dizivire lewre jê re gulberoj, tê gotin.
Bejna wê ji yek ta sê mitreyan û giroverbûna wê ji 10- 40 cm pêk tê
Kulîlkên wê zer in, di nava kulîlkan de navikek heye ew navik ji dendikan dagirtî ye.
Di nava dendikê de kakilek heye ew kakil di kargihan de tê dewisandin, rûnek jê tê derxistin û jê re dibêjin rûnê gulberojê.
Cotarê bi navê mecid saleh behsa sedema sereke ya çandina gula gulberoj dike.
Azad oso endeziyarê çandiniyê ji rojava tv re behsa sudwergirtina gula gulberoj di milê zanistî dike.
gula rojê yek ji gulên herî bedew û taybet e. Ew nîşana hêvî, xweşbînî û jiyanê ye. Her weha bi rengê xwe yê bedew û bi şopandina ronahiya rojê tê nasîn.
