Ji pêşengên Şoreşa Rojava û damezrînerên PYD‘ê Îsa Hiso di salvegera 13‘emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Bi wesîleya salvegera 13‘emîn a şehadeta yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îsa Hiso, Meclisa PYD‘ê ya bajarê Qamişloyê merasîma bîranînê li ser gora wî ya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka PYD‘ê Perwîn Yûsif, Ji rêveberên Desteya Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl Îbrahîm û Kurê şehîd Îsa Hiso derbarê keda şehîd îsa Hiso de axivîn
Axêveran bi bîr xist ku şehîd Îsa Hiso jiyana xwe xistibû xizmeta gelê xwe û di encama komployekê de hat şehîdxistin û soza domandina rêya wî dan
