AGIR BI KARGEHA PEMBO YA LI HESEKÊ KET

Rojava Tv
0 Min Read

Li bajarê Hesekê agir bi kargeha pembo ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Îro li bajarê Hesekê agir bi tekerên plastîk ên li hewşa kargeha pembo ket û komên pembo yên li hewşê da ber xwe.

Tîmên agirkujiyê gihiştin cihê şewatê û şewat vemirandin.

Di encama şewatê de ziyanên madî çêbûn.

Share This Article