KONGRÊ 12’AN YÊ PKK’Ê RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERIM TÊ

Rojava Tv
1 Min Read

PKK’ê li ser banga Rêber Apo, 12’emîn Kongreya xwe di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anî û ragihand ku têkoşîna xwe derbasî qada aştî û siyaseta demokratîk kiriye.

kongerya pkk li dewletên cîhanê deng veda û bû rojeva ragihandinê û rastî pêşwazîke gerim hat.

derbarê de, Endama partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê Ya Helebê Ferîha Ehmed got, dê kongre aştiyê bi xwe re bîne.

Ferîha Ehmed da zanîn ku, dê pêvajoya aştiyê hemû gel, ol û baweriyan ji siyasetên tunekirinê rizgar bike.

Partiya Karkerên Kurdistan PKK li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kongereya xwe li dar xist û xwe fesix kir û di encamnameya kongrê de ragihand ku têkoşîna çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî dibe.

Share This Article