Li bajarê Girkê Legê Komelgeha Avaşîn a werzîş, lîstik û xwarinê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de şênî û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn.
Di çarçoveya pêşxistina xizmetguzariya giştî û vekirina derfetan ji bo zarok û malbatan, Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê Komelgeha Avaşîn vekir.
Komelgeh li ser asta bajêr projeya yekemîn e û ji lîstik, xwaringeh, melevangeh, yarîgeh û qada zarokan pêk tê.
Di destpêka merasîmê de hevseroka şaredariyê Gulnar El Husên got ku ev proje ji bo bajêr projeyeke girîng e û derfetên nû li ber şêniyan vedike, armanc jê pêşxistina xizmetguzariya giştî ya bajêr e.
Piştre, şirîda vekirinê ji aliyê hevserokatiya şaredariyê û Meclisa Malbatê Şehîdan ve hat birîn.
