Şandeyeke Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê û Şîrketa HKN Energy ji bo gera li hejmareke tesîsên petrolê yên li herêma Rimêlanê, gihîşte Qamişloyê û peymanek 25 salan imze kir.
Şandeyeke bi serokatiya serokê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Qeblawî û serokê rêveber ê Şîrketa HKN Energy gihîştin Qamişloyê.
Şande bi armanca dîtina çawaniya meşandina xebatê li hejmareke deverên petrolê û gazê, li Rimêlanê çavdêriya yekîneyên hilberandina petrolê û tesîsên gazê kir.
Piştî wê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokê rêveber ê şîrketa petrolê Yûsif Qebelawî got peymana navbera wan û şîrketa HKN dê 25 salan dirêj bike. Ev peyman dê li ser 3 pêvajoyan têkeve meriyetê.
Qebelawî anî ziman ku armanca wan ew e ku bi rêya vê peymanê zevî, bîr û tesîsên petrolê yên Romêlan nû bikin û petrolê zêde bikin. Her wiha pirsgirêkên enerjiyê çareser bikin.
Serokê rêveber ê şîrketa HKN Energy Mark Lowens jî got bi vê peymanê re dê qada enerjiyê ya Sûriyeyê pêş bikeve.
