Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo gotûbêjkirina rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet civînek li dar xist.
Civîn li hola civînan a avahiya Desteyên Reqayê hat organîzekirin.
Hevserokatiya desteyên karûbarên civakî û kedkaran, xebatkarên kantonan û rêveberên ofîsên têkildarî kesên xwedî pêdiviyên taybet beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre derî ji beşdaran re hate vekirin ku nêrînên xwe li ser astengî û çareseriyan bidin.
Di civînê de ji bo bidestxistina mekanîzmayeke nû ya xebatê nîqaş hat kirin.
Her wiha tekezî li ser peydakirina kartên nasnameyê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û pêşxistina plansaziyeke çalak ji bo piştgiriya van kesan hat kirin.
DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ Û KEDKARAN REWŞA KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET NÎQAŞ KIR
