PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A KOBANÊ AGIRÊ NEWROZÊ PÊXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kobanê agirê cejnê pêxist, û pabendbûna xwe ya ji bo berxwedana li dijî hemû êrîşan piştrast kir.

PYD’ê meşaleya Newrozê li ber navenda xwe ya li naverasta bajêr, bi amadebûna rêveber û endamên partiyê, pêxist.

Di nav çalakiyê de, beşdaran nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û durişmeyên berxwedanê berz kirin.

Çalakî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Share This Article