DEPOYÊN KOBANÊ DEST BI WERGIRTINA GENIM KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Depoyên herêma Kobanê bi rêya sîstema rezervasyona elektronîk dest bi wergirtina genim kir.

lê cotkaran ji ber zehmetiyên teknîkî û kêmbûna bihayn bi hevrûkirina lêçûnên hilberînê re gîldar in.

Ji 6’ê Hezîranê ve, piştî temamkirina xebatên çaksazîkirinê, depoyên herêma Kobanê dest bi wergirtina genimê mewsima 2025- 2026’an kir.

Depo bi rêya sîstemeke nû ya rezervasyona elektronîkî genim werdigirin. Ev di demeke de ye ku cotkaran rûbirûyî astengiyên teknîkî û xizmetguzarî yên girêdayî lawazbûna torên peywendiyê û tedbîrên qeydkirinê tên.

Cotkaran nerazîbûna xwe li hember hin astengiyan de anîn ziman û destnîşan kirin ku tedbîrên wergirtinê bi hevrûkirina salên par re pir zehmet in.

Rêveberê Navenda Depoyên Rofî yên gundewarê başûrê Kobanê Newaf Ebdurehman diyar kir ku proseya wergirtina genim, piştî bidawîbûna amadekariyên teknîkî, bi awayekî fermî dest pê kir. Lê li herêmê xizmeta bernameya “Şam Kaş” an jî tora “Syriatel” nîn e.

Depoyên herêma Kobanê bi rêya sîstema rezervasyona elektronîk dest bi wergirtina genim kir, lê cotkaran ji ber zehmetiyên teknîkî û kêmbûna bihayn bi hevrûkirina lêçûnên hilberînê re gîldar in.

Share This Article