ROJNAMEVANÊN CIZÎRÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rojnamevanên Kantona Cezîrê derbarê tecrîda giran ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji Rojava Tv axivînû diyar kirin ku, Rêber APO li hember pergala tecrîd û êşkenceyê Îmraliyê kiriye navenda berxwedanê.

Dewleta Tirk a faşîst her ku diçe tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir kiriye.

3’ê sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, her wiha Dewleta Tirk nahêle ne malbat û parêzer hevdîtinan li gel Rêbertî pêk bînin.

Li hember vê yekê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên berfereh tên lidarxistin.

Rojnamevanên kantona Cezîrê diyar kirin ku, Rêber Apo li hember pergala tecrîd û êşkenceyê Îmraliyê kiriye navenda berxwedanê

Her wiha Rojnamevanan gotin, dewleta Tirk bi bêdengiya navnetewî tecrîdê li dijî Rêber Apo girantir dike.

Di sala 1999’an de bi destê gelek dewletan û di serî de dweleta Tirk a dagirker Rêberê azadî û aştiyê Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî dîl hat girtin.

Lê gelê kurd û azadîxwaz bêdeng neman, her ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşînê mezin dikin.

Share This Article