LI GUNDEWARÊN KOBANÊ JI BER BARANA ZÊDE ÇANDINA FASÛLIYAN GEŞ BÛYE

Rojava Tv
2 Min Read

 

Werza Biharê wekî demsala çandiniyê li cem xelkên herêmê tê naskirin, nexadim îsal baran zêde bariya kulîlk vebûn û xwza rengê xwe yê kesk li xwe kir.

Şêniyên gundê Elîşar yê li rojhilatê bajarê Kobanî, di vê werzê de çandina di çandina fasûliyan de dixebitin û giyayên di nava fasûliyan de radikin, ev xebat jî ji bo beşkirina berhemê pir tê bikaranîn.

Werza Biharê wekî demsala çandiniyê li cem xelkên herêmê tê naskirin, nexadim îsal baran zêde bariya kulîlk vebûn û xwza rengê xwe yê kesk li xwe kir.

Di vê demsalê de, xelkê bakarê Kobanê û gundewarên wê dest bi çandiniyê kirin, piraniya wan jî xwe dispêrin çandina genim, ceh, nîsk, fasûlî û berhemên din.

Şêniyên gundê Elîşar yê li rojhilatê bajarê Kobanî, di vê werzê de çandina di çandina fasûliyan de dixebitin û giyayên di nava fasûliyan de radikin, ev xebat jî ji bo beşkirina berhemê pir tê bikaranîn.

Cotkarê bi navê Mihemed Hec Osman diyar kir ku îsal baranên zêde bariyan û mewsimeke nû ya çandiniyê dest pê kir.

ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Lêmûn Hec Umer da xuyakirin ku berhema îsal li gor barîna baranê pir baş e.

li gor pisporê çandiniyê baranên ku îsal bariya, ji 10 salên derbasbûyî baştir bû û sûdeke baş gihand mewsima çamdiniyê, cotkar jî dibînin ku dê îsal herêm têra xwe ji berheman bigire.

Share This Article