Şandeke Partiya Sûriye Pêşerojê ji bo nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê îro li bajarê Reqayê serdana Encumena Rûspiyan û Sendîkaya Endezyaran kir.
Di çarçoveya serdanên Partiya Sûriya pêşerojê de, îro Şandeke Partiya Sûriye Pêşerojê ji bo şîrovekirina rêgezên partiyê her wiha nirxandina rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê, serdana Encumena Rûspiyan û Sendîkaya Endezyaran kir.
Li ser mijarê Berdevkê partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Reqayê Miwefeq El-Ehmed ji Rojava Tv re behsa armaca serdanan kir.
