Dayîkên dîlgirtiyan ku ji 17’ê Çileya 2026’an ve tu agahî ji zarokên xwe wenegirtine banga eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe kirin.
Dayîkên dîlgirtiyan dan xuyakirin ku çavên wan li benda zarokên wan qerimîn û bang li aliyên peywendîdar kirin ku zarokên wan serbest berdin.
Ev dayikên dîlgirtiyan yê bajarê Qamişlo ne, ku zarok û xizmên wan di 17’ê çileya 2026’an de ji aliyê Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve hatine girtin.
Ev dayîk rojane derdikevin kolanan, pala xwe didin hev û lêpirsîna çarenûsa zarokên xwe dikin.
Di wê hêviyê de ne ku zarokên wan dê li gorî peymana 29’ê çileyê de werin serbest berdan.
Dayika şervanê dîlgirtî Xalid ji Rojava TV re diyar kir ku cara dawî di seat 12’ê nîvro roja 17’ê çileya 2026’an de xeber ji xalid qut bûye.
Dayika Wedha jî dibêje ku mal bê kurê wê yê dîlgirtî valaye û çavê zarokên wî li benda hatina wî ye.
Hevjîna dîlgirtiyê bi navê Eymen jî dibêje ku çavê zarokên wî li benda hatina wî ye..
Çavên malbatên dîlgirtiyan li rêyê zarokên wan e.
bi awayekî rojane derdikevin xwepêşendanan û daxwaza eşkerekirina çarenûsa tevahî şervanên xwe dikin.
