BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMA FIRATÊ 2 ŞEHÎDÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro bi hezaran şêniyên Herêma Firatê cenazeyên her du şehîdên Hêzên Ewlekariyê Orhan Hisên û Elî Mihemed spartin axê.
Di merasîma Oxirkirinê de Şêniyên herêma Firatê, Rêveberên jin, endamên deste, sazî û ofîsên girêdayî Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, û Xelkên Minbicê beşdar bûn .
di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin , Hedefgirtina Akademiya Hêzên Ewlekariyê Sûcekî şer e .
Her wiha Soza Şopandina Riya Şehîdan û pêkanîna Armancên wan hate dayîn .
paşê nasnameyên Şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
di dawiyê de jî cenazeyên şehîdan di bin diruşmeya şehîd namirin de hatin oxirkirin .

Share This Article