Rêveberên bajarê Qamişlo piştgirî dan kampanyaya ‘Ez Dixwazim Bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim’ û gotin, xewn û xeyalên me ew e ku em bi Rêber APO re hevdîtinê bikin.
Di destpêka meha Hezîrana îsal de, hejmarek siyasetmedar û rewşenbîrên Ewrûpî dest bi kampanyaya ‘Ez Dixwazim Bi Rêber Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim’ kirin.
Kampanyayê di demeke kurt de li seranserî cîhanê û Herêma Bakur Û Rojhilatê Sûriyê jî belav bû. Di wê çarçoveyê de kampanyayên komkirina îmzeyan jî hatin destpêkirin.
Têkildarî mijarê endamên PYD’ê yên bajarê Qamişlo gotin, xewn û xeyalên me ew e ku em bi Rêber APO re hevdîtinê bikin.
Her wiha Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed jî diyar kir ku, ramanên Rêber APO rêya çareseriya rojhilata navîn in.
Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1990’î ve însiyatîvên aştiyê li pêş dixe û di wê çarçoveyê de di 27’ê sibata îsal de banga Aştî û Civaka Demokratîk ragihand û careke din rêyên aştiyê vekir.
