Ji dema dagirkirina Efrînê di Adara 2018 an û heta niha çeteyên dewleta Tirk li dijî Xelkên Efrînê Sûcên derexlaqî pêk tînin .
Herî dawî çeteyan li Efrîna Dagirkirî destdirêjî li zarokeke keçîn kirin .
Kiryarên çeteyên dewleta Tirk rastî bertekên tund ji aliyê xelkên herêmê ve tên .
Siyastmedarên Reqayê kiryarên dewleta Tirk li Herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê şermezar kirin .
Her wiha siyasetmedaran destnîşan kirin ku civaka Navdewletî li hember kiryar û Sûcên dewleta Tirk bê deng e Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî beriya çend rojan bi ser malên gundê Dêwa Jorîn ê Cindirêsê ya Efrînê de girt û tevî mixtarê gund 3 Welatî revandin .
