Di çarçoveya xebatên şaredariyê yên ji bo başkirina sektora xizmetguzariyê, Şaredariya Gel a bajarê Kobanê projeya sererastkirina torên kanalîzasyonê yên di nava bajêr de berdewam dike.
Şaredariya Gel a Kobanê ji Rojava TV re piştrast kir ku werşeyên wê li ser projeya dirêjkirina kanalîzasyonê li her du taxên Şehîd Yehya û Botan Şerqî berdewam dikin, û tê payîn ku di demek nêz de biqede.
her wiha Şaredariyê zêde kir ku piştî vê gavê, dê xebat li ser projeya dirêjkirina torên kanalîzasyonê yê bi dirêjahiya 400 metreyî li taxa El-Sîna’a û li nêzî Dibistana Otomobîlan a Kobanê, dest pê bike.
Şaredariya bajarê Kobanê destnîşan kir ku divyabû proje demek berê biqediya, lê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê di destpêka salê de, bûn sedem ku kar heyama du mehan bê rawestandin.
