Welatiyên bajarê Qamişlo bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li hemberî reşnivîsa destûrî ya desthilata Şamê nîşan dan.
Xwepêşandan li kêleka yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê ya taxa Siyahî hat lidarxistin.
Xwepêşandan bi beşdariya endamên rêveberiya xweser, çalakvanên Kurd partiyên siyasî yên Kurdî, kesayetên siyasî û serbixwe hat lidarxistin.
Xwepêşandêr ber bi Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li heman taxê ve bi rê ketin û pankartên bi nivîsa Tecrûbeya Beisa hilweşiyayî dubare nekin û Na ji paşguhkirin û dûrxistinê re û pankartên din ên ku nerazîbûna li hemberî reşnivîsa destûrê nîşan didin, hildan.
WELATIYÊN QAMIŞLO NERAZÎBÛN NÎŞANÎ REŞNIVÎSA DESTÛRÎ DAN
