SALVEGERA 46’AN A DAMEZIRANDINA PKK’Ê LI KOBANÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 46’an a damezrandina partiya karkerên kurdistan PKK’ê xelkên bajarê şêran ê ‎kobanê şahiyek li dar xistin.‎
Şahî bi beşdariya xelkên şeran, kongra star û saziyên bajarol li pêşiya navenda Şaredariya Gel a bajêr ‎hate lidarxistin.‎
Di şahiyê de û piştî rêzgirtinê, endama koordînasyona Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso axivî û ‎salvegera 46’emîn a damezirandina PKK’ê li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.‎
Nadiya Hiso diyar kir ku Bi saya Rêber APO PKK hat damezirandin û Bi felsefeya Rêber Apo gerîlayên ‎azadiyê li ber xwe didin û tê dikoşin. ‎
Şahiya pîrozbahiyê bi gerandina govendê bidawî bû.‎

Share This Article