Salek beriya niha weke îroj Peymangeha Bilidn a Hunerê li bajarê Dêrikê hate vekirin û îro jî salvegera vekirina wê bi şahiyekê tê pîrozkirin.
Di wê peymangehê de, beşên sînema, şano û mûzîk bi beşên xwe yên cuda hene û xwendina wê jî bi zimanê kurdî ye.
Armanca sereke ji vekirina vê peymangehê pêşxistin û geşkirina çanda kurdî ye.
Heta niha di wê peymangehê de 54 xwendekar dixwînin.
Xwendina peymangehê 3 salin û dê piştî derçûnê jî bawernameyên pisporiyê werin dayin.
Niha jî li bajarê dêrikê yekemîn salvegera vekirina peymangeha bilind a hunerê tê pîrozkirin.
SALVEGERA VEKIRINA PEYMANGEHA BILIND A HUNERÊ TÊ PÎROZKIRIN
