KOMXEBATA ŞÊWRÊ YA QAMIŞLO BI ENCAMNEMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca pevguhertina nêrînên li ser girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê ,ku dê bibe zemîna bersivdayîna êrişên derve û destpêka diyaloga giştî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê,di rojên 16 û 17ê îlonê Komxebata Şêwirê ya Qamişlo bi amadebûna 80 kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyê hate lidarxistin .

Komxebata Hêz û Kesayetên Demokratîk, di 2 rojan de geşedanên siyasî û girîngiya çareseriya siyasî ,nasnameya nîştimanî , girîngiya nenavendîbûnê ji bo pêşeroja Sûriyê nîqaş kirin.

Bernameya rave ya rojava tv ev mijar bi berfirehî li gel endamê komîteya amadekar a komxebarê Hesen mihemed elî nîqaş kir .

Hesen mihemed elî got ku komxebatên bi vî rengî baweriya her kesayet û aliyên demokrat bi projeya netewa demokrat xurtir dike û dibêjin ku ev proje tekane çareseriya kirîza sûriyê ye.

Di encamnameya dawî ya Komxebata Şêwirê ya Qamişlo de hat destnîşankirin ku divê Sûriya pêşerojê dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî be û hat diyarkirin ku doza kurd li Sûriyê dozeke nîştimanî ye û çareserkirina wê erkeke pêwîst a pêvajoya nîştimanî ya demokratîk e ku

nabe rewşa Tirajîdîk a gelê sûriyê beyî çareserkirin were paşguhkirin.

Share This Article