Koçberên Efrînî yên ku li kantona Reqayê dimînin têkildarî sûc û kiryarên çeteyên dewleta tirk ên li Efrînê, bang li desthilata nû ya şamê kirin ku, li hember sûcên çeteyan helwesteke cidî nîşan bide her wiha vegereke bi ewle û rumet ji wan re pêk bîne.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan li gundê Hec Hesno yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê zarokê bi navê Mistefa Şêxo yê 18 salî dema ku parastina parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, qetil kirin.
Derbarê sûc û kiryarên çeteyên dewleta tirk ên li bajarê Efrînê, koçberên Efrînî yên ku li kantona Reqayê dimînin anîn ziman ku, çete dixwazin li Efrînê kurdan ji holê rakin.
Koçberan bang li hikumeta nû ya şamê kirin ku li hember sûcên çeteyan ên li herêmên dagirkirî helwestên cidî nîşan bide her wiha vegereke bi ewle û rumet ji wan pêk bîne.
Li bajarê Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin.
