Rêxistina Mafê Mirovan a sûriyê, parêzer û Hiqûqnas ji bo roja Aştiyê ya cîhanê li pêşiya avahiya NY’ê ya li bajarê Qamişlo li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê banga pêkanîna aştiyê kirin.
kombûyîn di bin diruşmeya ” Karsazî ji bo Aştiyê armanca me ye ku em bigihîjin Armancên Cîhanî” pêk hat.
Di kombûyînê de û Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ji bo pêkanîna aştiyê, divê em xwe ji zimanê tundûtûjiyê û bikaranîna hêzê rizgar bikin.
Her wiha ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêk û nakokiyan, serî li zimanê têgihîştin û diyalogê bidin.
