endamên meclisa gelan a demokratîk a bakur û rojhilatê sûriyê li ser paşxaneya heildanên nûkirina têkiliyan di navber şam û enqerê de gotin nûkirina têkiliyan xizmeta berjewendyên gelê sûriyê nake, wê kirîza sûriyê kûrtir bike”.
her wiha diyar kirin ku ev hewildan wekî xiyanet ji gelê Sûriyê re ye , ji ber ku ji destpêkê de Tirkiyê dixwest Sûriyê wêran bibe.
Piştî demeke dirêj ji rawestandina têkiliyan di navbera Şam û Enqerê de, Serokê Dewleta Tirk a dagirker Receb Teyib Erdogan, El-Esed ji bo nûkirina têkiliyan vexwend.
Wezareta Derve ya Sûriyê jî li ser vê yekê got ku her destpêşxeriya başkirina peywendiyên ligel Enqerê divê li ser bingehên zelal were avakirin û bi vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê dest pê bike.
Endamên Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev bangawazî xwendin û weke keysbaziya li gelê Sûriyê bi nav kirin.
hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a kantona Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd got:” nûkirina têkiliyan xizmeta berjewendyên gelê Sûriyê nake, wê kirîza Sûriyê kûrtir bike”.
ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Tirkî El Soan destnîşan kir ku ew van hewildanan xiyanet dibînin, ji ber ku ji destpêkê de Tirkiyê dixwest Sûriyê wêran bibe.
çavdêr û şîrovekar dibînin ku nûkirina têkiliyan di navbera Şam û Enqerê de dê aloziya Sûriyê hîn kûrtir bike û tu çareseriyê bi xwe re nayine.
rêveberiysa xwesxe jî beriya niha ragihand ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ew amadene ku bi hikûmeta Şamê re li hev bicivin.
