Meclisa Jinên Sûriyê îro civîna xwe ya yekemîn li kantona Reqayê li dar xist û nexşerêya xwe ya xebatê danî.
Civîn bi beşdariya endam û rêveberên meclisê yên li tevahî herêmên Sûriyê hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa rêxistinî û geşedanên siyasî yên dawiyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha jinên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine, pirsgirêkên xwe danîn ser mêzeyê û bi hev du re nîqaş kirin.
Beşdarên civînê pêşnîyar û nêrînên xwe yên berfireh jî bi parve kirin.
Di dawiyê de nexşerêya karûxebatê ya 6 mehên li pêş hate danîn û tekezî li ser çalakkirina karê jinan hate kirin.
MECLISA JINÊN SÛRIYÊ CIVÎNEKE BERFIREH LI REQAYÊ LI DAR XIST
