Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro 3’yemîn kongreya xwe ya Kantona Cizîrê bi beşdariya 350 delegeyan li dar xist.
Kongre bi dirûşmeya “Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokrat û azad e” li Salona Zana ya bajarê Qamişlo bi rêve çû.
Di kongreyê de 350 delegeyên ji hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya PYD’ê Asya Abdullah şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew 21 sal in têkoşînê mezin dikin.
Piştî axaftinê, kongre ji çapemeniyê re girtî dom kir.
raporên kar ên 2 salan hatin xwendin û erêkirin.
Paşê Eyhan Murad û Mihemed Ebdulrehîm wekî hevserokên nû yên meclîsa PYD’ê ya Kantona Cizîrê hatin hilbijartin.
PYD’Ê 3’YEMÎN KONGREYA XWE YA KANTONA CIZÎRÊ LI DAR XIST
