ŞEHÎD MASÎRO LI KOBANÊ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê endamê Saziya Giştî ya Gumrikê Masîro ku 20`ê Çileya 2026’an li Sirînê şehîd bûbû, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Marasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqa şehîd Masîro hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de canazeyê şehîd Masîro bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

Share This Article