⁣BEŞEK JI KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBA GIHIŞTIN KOBANÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Bi deh hezaran malbatên kantona efrîn-şehba û helebê ji ber êrişên Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Til Rifet, Heleb û şehba berê xwe dan cihên Ewle yên Rêveberiya Xweser.

Duh di danê Şevê jî beşek ji Koçberên efrîn û şehba ku bi darê zorê hatine koçberkirin berê xwe dan bajarê Kobanê û li wir bi cih bûn.

koçberên efrîn û şehba ji Rojava Tv re behsa serpêhateya xwe dikin û banga bi dawîkirina zulmê jî dikin.

koçberan diyarkirin ku dijmin dixwaze gel tune bike û bal kişandin ser alîkariya Rêveberiya Xweser û parastina wê ya ji herêma bakur û rojhilatê sûriyê re.

Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan û bicihkirina wan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne û bi hemû derfetên xwe yên heyî koçberan hembêz dike.

Share This Article