MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN LI REQAYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê êrîşa dewleta tirk a dagirker li dijî fermandaran şermezar kir, Encumenê tekez kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe xurttir bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca hedefgirtina erebeyên fermandar, rêveber û welatiyên li bakur û rojhilatê sûriyê têkbirina vîna gelê herêmê û ji nû ve zindîkirina DAIŞ e.
Encumena Malbatên şehîdan di dawiyê de got ew nehêlin tu kes destdirêjiyê li yekitî û vîna gel bike, dê piştgiriya hêzên xwe bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Share This Article