Têkildarî vê mijarê Jinên bajarê Minbicê ji Rojava Tv re axivîn û gotin, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina çand û hebûna xwe, bû xwedî roleke girîng.
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jinan hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de misoger kir û bû xwedî rokeke girîn.
Jinan ji bo avakirina nifşan û civakek azad bû stûna bingehîn û têkoşîna xwe ya dîrokî meşand.
Têkldarê rola jinan di warê xwendinê de, jinên bajarê Minbicê ji Rojava Tv re gotin, Jin ji bo parastina çand û hebûna xwe bû xwedî rol.
Her wiha jinan di dewama axaftinên xwe de diyar kirin ku, bi saya projeya netewa demokratîk wan hebûna xwe nas kir.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind dike.
Jina ku ji mafên xwe yên sereke bê par mebû, îro serkêşiya civakê dike.
