KOORDÎNASYONA JINAN A RÊVEBERIYA XWESER: SIBEROJA SÛRIYÊ LI SER TAWANAN NAYÊ AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyeke nivîskî, erkdarkirina çete Ebû Hatim Şeqra wek rêveberê Firqeya 86’an a desthilata Şamê, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Sûriyê di qonaxeke hestyar re derbas dibe, û her hewlek ji bo spîkirin an bihêzkirina tawanbarên şer dê bibe gefek li ser siberoja welat.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destê dewleta Tirk bi awayekî rasterast di ferzkirina çeteyên xwe di nava saziyên dewleta Sûriyê de heye.
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew ê tekoşîna li ser rêya şehîdên azadiyê yên jin berdewam bikin, her wiha got, siberoja Sûriyê li ser tawanan nayê avakirin, lê bi dadwerî, hesabpirsîn û rêzgirtina ji mafên mirovan re tê avakirin.

Share This Article