PEYMANGEHA BILIND A HUNERÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ TÊ VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê û Zanîngeha Rojava, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê li Dêrikê vedike.

Peymangeha Bilind a Hunerê beşên muzîk, şano û sînemayê li xwe digre û îro bi şahiyekê li bajarê Dêrikê tê vekirin.

Peymangeh bi amadebûna hunermend, xwendekar û rêveberên saziyên çandî tê vekirin.

Di peymangehê de dê mamosteyên pispor xwendekaran li ser beşên muzîk, şano û sînemayê perwerde bikin.

Piştî derçûnê dê xwendekar di saziyên Rêveberiya Xweser de bixebitin.

 

Share This Article