LI TAXA EŞREFIYÊ YA HELEBÊ SEMÎNEREK DERBARÊ KOMPLOYA NAVNETEWÎ HAT DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo salvegera 27’emîn a komploya navnetewî dest bi dayîna rêze semîneran ji bo 3 rojan, kir.

Di Çarçoveya bernameyên semîneran de wê di 5, 6 û 7’ê vê mehê de wê semîner li taxa Eşrefiyê, rojavayê taxa Şêxmeqsûd û rojhilatê taxa Şêxmeqsûd werin dayîn.

Di semînera yekemîn ya ku duh li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê hate dayîn de, rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê axivîn.

Axêveran diyar kirin ku berhemên fikrên Rêber Apo di projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên dîtin.

Share This Article