XELKÊN BAJARÊ AMÛDÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ PIŞTGIRÎ DAN QSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Amûdê bi meşekê piştgirî dan Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Beşdarên meşê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta tirk a dagirker bigire.

Her wiha beşdarên meşê diyar kirin ku, armanca dewleta tirk dagirkirina bajarê kobanê ye û gotin ew ê bi êrîşan nikaribin îradeya wan bişkînin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û bijî yekîtiya gelê kurd bi dawî bû.

Ji bo piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker û yekrêziya partiyên kurdî îro meşeke girseyî li bajarê Amûdê hate lidarxistin.

Meşê ji qada jin dest pê kir û li qada Şehîd cîhad veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de piştgirî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê hate dayîn û êrîşên dagirkeriya tirk yên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Beşdarên meşê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta tirk a dagirker bigire.

Share This Article