‎4’EMÎN KONGREYA PYD’Ê YA QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN‎

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin diruşmeya “Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civakeke azad û demokratîk e” Partiya ‎Yekîtiya Demokratîk ya şaxê Qmişlo 4’emîn kongreya xwe ya bajarê Qamişlo li dar xist.‎

Nêzî 500 nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk, endamên Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan ‎beşdarî kongreyê bûn.‎

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Asya Abdullah ‎axaftina destpêkê kir û got: Ji aliyê hêzên cîhanî ve pilanên dabeşkirinê hene. Sûriyê û tevahiya ‎Rojhilata Navîn digire nava xwe.‎

Asiya Ebdelah tekez kir ku gefên Tirkiyê ne nû ne û armnaca wê nixumandin û derxistina pirsgirêkên navxweyî yên ‎Tirkiyê ji derveyî sînorên xwe ye.‎

kongir bi hilbijartina Menîce Heyder û Hozan Mejdo ji bo hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat ya ‎bajarê Qamişlo bi dawî bû.

Share This Article