Jinên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dimînin anîn ziman ku, Roja 8’ê adarê roja bilindkirina dengê jin û têkoşna jinan e, her wiha banga hevsengiya di navbera jin û mêr de ye.
Jinan bi hezarên salan li dijî tundî û zihnîyeta mêrsalar berxwedaniyeke bê hambe daye meşandin.
Berhema wê jî ji 8’ê adarê roja jinan a cîhanî ye.
Jinên Efrînî yên ku li Şehbayê dimînin derbarê roja 8’ê adarê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, beşdarbûna jinan di warên jiyanê de belgeya helwesteke herî bi hêz e.
Jinan tekez kirin ku, Roja 8’ê adarê roja bilindkirina dengê jin û têkoşna jinan e, her wiha banga hevsengiya di navbera jin û mêr de ye.
Piştî dengvedana çirûsika Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di qadên Leşkerî, Rêxistinî, Siyasî û hwd de cih girtin her wiha serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re ava kirin.
