Kongra Star ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li kampa Serdem û Berxwedan a Şehbayê, îro panelek li dar xist.
Jinên her du kampan, endamên Kongra Star û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî panelê bûn.
Di panelê de felsefeya Rêber Ocalan a ji bo azadiya jinê hate xwendin û beşdaran bi hev du re nîqaş kirin.
Beşdarên panelê tekez kirin ku heta jin azad nebe, ti carî civak nikarin xwe azad bikin û ti carî jiyaneke rast û dirust nikare were avakirin.
Panel bi dirûşmeyên bijî Rêber Abdullah Ocalan û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.
