HPC’Ê ÇEPERÊN PARASTINÊ YÊN LI DERDORA TAXA ŞÊXMEQSÛD XURTIR DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê bi armanca parastina gel, mewzî û çeperên parastinê yên li derdor taxê, xurt dike.
Endamên Hêza Parastina Civakî gotin: ew ê bi ruhê berxwedana sala 2013’an li axa xwe xwedî derkevin.

HPC’Ê ÇEPERÊN PARASTINÊ YÊN LI DERDORA TAXA ŞÊXMEQSÛD XURTIR DIKE

Taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê yek ji taxên Kurda ye ku di dîrokê de rastî berxwedaneke mezin hat û gelê wê bi rihê şerê gelê şoreşgerî parastina mal û taxên xwe kirin.

Îroj careke din, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi armanca parastina gel, mewzî û çeperên parastinê yên li derdora taxê xurt dike.

Derbarê de Endama Hêzên Parastina Civakî- JIN , Cîhan Mistefa ji rojava TV re axivî û got ji bo parastina taxê, çi ji destê wan bê ew ê bê teredûd bikin.

Ji aliyê xwe ve, Endamê HPC Fûad Mihemed jî anî ziman ku, ew amadene bi rihê berxwedana sala 2013’yan biçin bendava Tişrînê û parastina axa rojava bikin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, gel ji bo parastina malên xwe di nava hevgirtin û hevkariyeke mezin de ne.

Xelkên taxê tekez dikin ku, yekane rêya serkeftina li hember nûkeran hevgirtin û berxwedanî ye.

Share This Article