Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojava bi boneya bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê li dar xist.
Rêveberên peymangehê Ciwan Îbrahîm û Menal Mihemed Emîn di şahiyê de bal kişand ser rola peymangehê di avakirina hunermendan, parastina çanda herêmê û xurtkirina behreyên ciwanan de.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser xebatên xwendekarên salên yekemîn û duyemîn ên peymangehê, armanca avakirina peymangehê û nêrînên xwendekaran hat pêşandan.
Hunermend Comerd û Deniz Deman jî xwendekarên peymangehê pîroz kirin û diyar kirin ku şano, mûzîk û stran stûnên bingehîn ên parastina çanda Kurdî ye.
