KOÇBERÊN EFRÎNÊ LI HELEBÊ BANGA VEGERA BI RÛMET KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê daxwaza vegera bi ewle û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kir.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo şermezarkirina binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî meşek li dar xist.

Di meşê de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên herdu taxan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di meşê de pankartên “Daxwaza me vegera bi ewle û bi rûmet li Efrînê û derxistina dagirkerî û komên wê”, “Bimire îxanet” û “Berxwedan jiyan e” hatin bilindkirin.

Şênî û koçberan di meşê de banga misogerkirina vegera bi ewle û vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kirin.

Share This Article