Bi sedan Xelkên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şehîd Fedekar Rêdûr bi merasîmekê oxir kirin.
Şervanê QSDˊê Şehîd Fedekar Rêdûr 14ˊê Cotmeha 2019ˊan di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bibû.
Cenazeyê şehîd ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rê ket.
Di merasîma oxirkirinê de sersaxî ji malbata şehîd Fedekar re hat xwastin.
Her wiha Cêwiya şehîd Fedekar, Sozdar Weqas jî got, Bila dagirker bizane ku ew ji bo dayîna şehîdan ne poşman in.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.
XELKÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎD FEDEKAR OXIR KIRIN
