FESTÎVALA 10’EMÎN A ZAROKAN LI BAJAROKÊ RIMÊLANÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi beşdariya 28 komên ji kantona Cizîrê Festîvala 10’emîn a Zarokan li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Festîvala ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêran a Çanda Jinan ve bi hevkariya Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Huner ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ve tê birêxistinkirin, dê 3 rojan dewam bike.

Zarokên ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û Dêrikê dê şano, stran û govendên folklorîk pêşkêş bikin.

Di roja yekem de peyama Rêber APO hate xwendin û piştre zarokan berhemên xwe pêşkêşkirin.

Share This Article