Meclîsa ciwanên Sûriya Demokratîk MSD û Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk di bin navê “Jenosaydên di davbera dema niha û berê de” Komxebatek li dar xistin.
Komxebat bi beşdariya Endam û rêveberên Meclîsa ciwanên MSD, tevgera Ciwanên Ermenî a Demokratîk û jinên ciwan li Hola MSD a li bajarê Hesrekê hat lidarxistin.
Di Komxebatê de mijarên girîng hatin nîqaşkirin, ji wan jî mijara Qirkirinên ku Ermenî rastî wê hatine û çawaniya xweparastinê bû.
Beşdaran tekez kirin ku ciwan bi xwebirêxistinkirin û Projeya Neteweya Demokratîk dikarin hemû rejîmên otorîter ên ku li dijî gel sûcên qirkirinê kirine, hilweşînin her wiha bi perwerde û zanînê dikarin gelan ji komkujiyan rizgar bikin.
