Bi boneya roja 18`ê Gulanê roja şehîdan, li bajarê Qamişlo civînek hat lidarxistin.
Bi sedan endamên saziyên sivîl, Kongra Star, PYD’ê û xelkên bajêr li hola Melekiyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin.
Axêveran hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û behsa girîngiya roja 18’ê Gulanê ya di têkoşîna azadiyê de hate kirin.
Civîn bi berzkirina siloganên ” şehîd namirin ” bi dawî bû.
