DUYEMÎN KONFERANSA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A BAJARÊ MINBICÊ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê bi aramnca nirxandina xebata salekê duyemîn konferansa xwe lidarxist.

Îro bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Nujiyan û Viyanan em ê cenga azadiyê bi ser bixin” duyemîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê hate organîzekirin.

Jinên ciwan ên ji tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, perispektînên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê rola jinên ciwan di civakê de hate xwendin.

Piştre rapora salê ya karûxebatên Yekîtiyê hate xwendin û nîqaş ji aliyê beşdaran ve li ser hate kirin.

têkildarî astengiyên li pêş xebata jinên ciwan û projeyên demên pêş nirxandin hatin kirin.

Share This Article