Yekitiya Bijîşkên Diranan li Hesekê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist û mecliseke nû bo rêveberiya yekitiyê hilbijart.
Konger di bin diruşmeya “Bijîşkî Pabendiyeke Exlaqî û Berpirsiyariyeke Civakî ye ji bo Avakirina Civaka Azad a Demokratîk” hat lidar xist.
Zêdetirî 60 bijîşkên diranan ji Hesekê û bajarokên derdora wê, Rêxistinên Civaka sivîl û partiyên siyasî li Hola Mişwar ya bajarêr beşdarî kongrê bûn.
Di kongrê de axaftin ji aliyê Yekitiya Bijîşkên Diranan, Rêxistinên Civaka sivîl û TEV-DEM’ê ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku Civakek ku xwedî pergalek tenduristiyê ya exlaqî û demokratîk nebe nikare azadî û rûmeta xwe biparêze.
Piştî axaftinan rêziknameya yekitiyê hat erê kirin û meclisa nû ji 7 endaman hat hilbijratin.
